Di derheqê Hipertansiyonê de
Hîpertansiyon (HTN) an jî tazyîka bilind a xwînê, wek arteriyel hîpertansiyon jî tê zanîn, rewşeke tibî ya ku di arterîyelan da dema tazyîka xwînê bilind dibe derdikeve holê ye. Ev rewş ji bona xwîn di rehan de bide herikandin zorê dide dil da ku ji xebata asayî xêdetir bixebite. Tansiyon, bi kurtasî di nava dilavêtina dil û masûlkeyên dil de (dîyastol) quncifîn çêdibe (sîstol) an jî rihet dibe û girêdayî bi tazyîka maksîmûm an jî mînîmûm re dibe wek hev, ev rewş bi awayê du pîvanan sîstolîk û dîyastolîk tê ravekirin. Di rewşa vehesînê de tansiyona normal di van pîvanande ye; sîstolîk 100-140 mmHg (xwendina jor) û dîyastolîk 60-90 mmHG (xwendina jêr). Heke her dem 140/90 an jî pîvanên bilind bêne xuyakirin, mirov dikare bibêje tansiyona bilind heye.
Pirsên Pir Caran Tên Kirin
Çima Li Malê Pîvandina Tansiyonê Ev Qas Girîng E?
Ji ber ku tansiyon dikare bilind bibe û dakeve, di malê de pîvandina tansiyonê û qeyda wê, di derheqê mijara tansiyona we ya bilind bi rastî heye an na, bi navgîniya cîhazên nihêrîna tendurustiyê mirov dikare agahiyên girîng bigire û heke tansiyona bilind hebe bi navgîniya vê cîhazê mirov dikare fêr bibe da ku plansaziya we ya tedawiyê bikêr tê an na.Kîjan hejmar bêhtir girîng e, a ser (sîstolik) an jî ya bin (diyastolîk)?
Wek tîpîk, kesên temenê wan di ser 50 salî de ne ji ber ku bi giranî rîska nexweşîna kardîyovaskuler li ser wan çêdibe, ji bo wan bêhtir li hejmara ser (tazyîka sîstolîk ya xwînê) tê dîqetkirin. Bi bilindbûna temen ve girêdayî, her ku diçe arteryela fereh hişk dibe zêde dibe, ji bo demên dirêj plak çêdibin û ji ber nexweşînên dil û reh, bi gelek mirovan re tazyîka xwînê ya sîstolîk her ku diçe bilind dibe.Xirabûna rîtma dil tê çi wateyê?
Dilavêtina rîtma dil, ji aliyê cihaza we ve ji pîvana normal a tazyîka sîstolîk û dîyastolîk a dilavêtina dil rewşeke ku ji %25 bêhtir guherîn nîşandide ye. Amûrê tansiyonê ku piraniya wan Vivocare/Plûsmed e dedektorê pîvana xirabûna rîtma dilavêtina dil, heye. Dema pîvandinê xirabûna rîtmê ji du caran bêhtir heke leqayî dubarekirinê bûbe, di ekranê de remza rîtma dil a neasayî ewê bê dîtin. Di dema pîvandina tansiyonê de heke ev rewş gelek caran bên dîtin, serîlêdana bijîjkek pispor tê pêşniyarkirin.Beriya ez tansiyona xwe bipîvim divê ez çi bikim?
Her dem bi milê xwe yê çepê pîvanê bikin. Ji bo encama herî rast bistînin beriya pîvanê 15 deqe vehesin. Ji bîr nekin ku rengê sekana we ya dema pîvanê, fakroreke gelek girîng e. Li cihekî rûnên ku hun bikaribin bi hêsanî paldin. Heke pêkan be, ji bo zendê we û dilê we di tenga hev de bin, di dema pîvandinê de tiştekî têxin bin milê xwe.Dema ku divê mirov divê herî lê baldar be, beriya pîvandina tansiyonê bi qasî 30 deqeyî ye. Di vê demê de xwarinê nexwin, alkol venexwin, vexwarinên bi kafein venexwin, werzişê (sporê) nekin û çixareyê nekişînin.
Ev tişt dibin sedema ku hejmara dilavêtinên dilên mirov biguherin û encamên şaş bên girtin. Taybetmendiyên detayên piçûk ên bandorê li pîvandina tansiyonê bikin heye; wek mînak, dema pîvandina tansiyonê bê kirin divê hûn neaxivin. Dema hûn di bin bandora stresa hişmendî an fizîkî de bin tansiyona xwe nepîvin; ev rewş bandorê li hejmara dilavêtina dilê we ya normal dike û dibe sedema guherînê.
Ezê çewa fêr bibim ku manşon şidandî ye an jî sist e?
Dema pîvandina tansiyonê şidandina guncaw a manşon pêwîst e. Ji bo hûn ji guncawbûna manşon emîn bin, divê bikarhêner manşonê ebatê rastî hilbijêre. Piştî hilbijartina guncaw ya manşon, ji bo bicihkirina manşon bikaranîna rêbazên jêr girîng in.- Qiyafetên xwe yên mile we yên çepê dişidîne, derxînin.
- Milê xwe yê çepê di manşon de bicih bikin. Bala xwe bidinê da ku manşon di nava enîşk û sermilê we de, di cihê guncaw de bicih bûye.
- Ji bo kefa destê we li derve binihêre milê xwe bizivirînin.
- Manşon eyar bikin da ku tûp bi nîvê milê we ve daleqin.
- Baldar bin da ku manşon neşemite. Divê ku hûn tiliyek xwe têxin ber milê xwe û manşon; ev yek ji bo pîvandina rastî detayeke pir girîng e.
Plûsmed Amûrê Tansiyonê bi çi wextî divê ez qalîbre bikim?
Li gor standardên Navneteweyî, ji dû salan carekî em kontrolkrina ji bo merciyê Trîmpeksê pêşniyar dikin.Dema manşon ditefe ez hişyariya xeletiyê distînim. Wateya wê çi ye?
Hişyariya xeletiyê (EE) ji ber sedemên cur be cur derdikevin holê:- Manşon xelet hatibe bicihkirin
Ji bo rast bicihkirina manşon li rêber binihêrin.
- Di dema pîvandinê de hereketkirin an jî axaftin
Dema pîvandinê divê bêdeng û di pozîsyonek rihet de divê hûn rûnên û divê hûn neaxivin. Ji bo rast pîvandina tansiyonê li Pirtûka Serîlêdana Bilez binihêrin.
- Manşon pir an hindik werimiye
Divê manşon, li dor tazyîka we ya sistolik, bi qasî li dor 30 û 40 mmHG divê biwerime. Wek mînak, heke tansiyona we dema asayî 120/80 be, divê hûn manşon li dor 150 û 160 mmHg biwerimînin.
- Di nava pîvandinên li pey hev de bi qasî pêwîst be mirov nesekine.
Heke dîsa pîvandina we pêwîst be, ji bo gerandina nav wicûda we asayî bibe 5 deqe bisekinin.